10 Haziran 2020 Çarşamba

Pêşewa yan jî Lîder"bûn

Bi temamî ev fikrên minên şexsî ne.
Pêşewa tî yan jî lîder bûn mijar eve ku ji bo min girînge, însan dikare bibe her tişt, lê her însan nikare bibe lîder.

Ku mijarekî de têkçûn nêzik be lîder bûn derdikeve pêşiyê, bi hêz û qudreta wî serkeftin çêdibe .

Mînak: di futbolê her futbolîst nikare bibe captan( Kaptan) çimkî wesfê wî yê lîderbûnê tune , ku paşde bin jî bi hûnerê lîder, yan jî kaptan bi hêza wî lihêstkê dizivirînin ser xwe, futbolê mînaka herî ber çav jî "Steve GERARD e!!!!! 

Lîder: bi her avayî bandora wî ser kesên wî nasdike heye, hal û hereketên wî û fikrên wî evqas însanên dev dora wî xweş tê ku însan jê heyran dimînin.

Çimkî gellek tişt bi fikrî daye qebûl kirin. Steve GERARD jî fikrên xweyên fitbolê li heval û temaşevanan dabû qebul kirin.

Em gellek kesan dibînin di ser medya civakî de xwedî şopîner in ( ne ji bo medya kurd dibêjim) lê nikarin wan şopînerên xwe bikin rêye kî , yan jî gelek kesan nas dike , lê tu bandora wî ser wan tune.
Jixwe sedî nod û neh jî wisanin, wesfê lîder bunê ji ber wê bi her kesî ve nabe,tenê bi fikir pêşniyar kirin jî nabe gerek bi avayekî tenduristî pê bide qebul kirin.

Li ser medya yê gelek kes hene  dinivîsin ku dinivîsin, tenê dinivîsin ji ber ku nivîsên wan nakevin çokên meriv û ew hewa de dimîne" bi kurtasî tu du mirîşka bidî pêşiya wî de nikare heya evarê xwedî bike û saxlem bîne mal, yan jî karekî rojane de evqas xentale ku nikare wî karî serkeftî bike, lê tu çeqas bêjî nivîsiye, birastî jî tiştên piçuk çareseriyên wan jî pir piçûk û hêsanin, lê mixabin ev tiştên evqas piçuk de mirovekî pir niqsan jî radibe dewa gellek tiştan dike.
Xwedê xerab bike,  kû di nav me de lîderên evqas jîr hene ku haya wan li vanderan tune yan jî Nizane medya yê bi kar bîhne. 

Nivîsên min ên amatorî de xeletî hebin jî biborin cimeeta kurd.
Slav û rêz....
Serhedo bê kiras .

10 Mayıs 2020 Pazar

çima em pê bigrin!!

Slv hevalên hêja.

Ev demeke pir û pir dirêje nanivîsim, sedem ji kar û barê dinyayê ,ticaret, ger, xebat, filan û bêvan, di riyên wan de min destê xwe nivîsê sar kir, birastî jî heval û ticareta xelet şewqa meriv dişkîne, ez nivîsê de pir amator im, yanî xwe wisa dibînim lê ku zêde binivîsîm dikarim xwe pêş bixim, belkî ez jî bibim xwere Nivîskarek û rewşenbîr jî dibe, qelûnekî bikim devê xwe pînekî tîrevîre ser îşlikê zer de  girêdim û fotorê min ê sipî û ber hersê çêlekê xwe rûnêm ji xwere çîroka binivîsim xeyaleke xweşe :) hezdikim kêrê tiştek werim, heya niha min tvîtên virda wêda dinivîsî lê êdî hewceye ku bo ziman çend tişta binivîsim wisa tore tor nabe êdî:) (tor:tiştê vala) 
Vê navberê de evê vîrûsa malmîrat qilêrê gundê me tev tirsandine meriv selamê dide ew tirsa pişta xwe meriv de dikin, dibêjin kurê filankesê li stenbolê hatiye nexweşî pêre heye jê dur bikevin, :) bixwe jî diçin sukê bê maske bê lepik destê xwe didin her tiştî lê mîratê dema ku min dibînin ditirsin, barikem dema dibêjin korona ez têm ber çavê wan, meta misqal xwe şaş kir  ji min re got birayê korona:)) ez êdî pê emîn bûm ku piştî min ji minre dibêjin korona, lê dibêjin heya navê meriv derdikeve bila navika meriv derkev ev jî ew mesele ye, xwedê Wekîl berê pez dihate bêriyê meta misqal pez didot destê wê ji zendika bigre heya enîşkê dibu rêx nedişuşt heya evarê nedibû vîrûs:) 
Ez rebbenê xwedê li stenbolê mehsur mam ku min rê nedît herim gund navê min bu korona Hhhhh
Îja ev tenê yeke, hinek jî hene tên kêf û halê meriv dipirsin tu ji bo vîrûsê xwe lê dur digrî ji bo mesafe ya navbera me û dibêje kuro tu çima wisa qurre yî, heyran qurebuna çi korona nebuya ez qurre nedibum  apo.
Û dibêje ecel ji xwedê ye ku waxtê me tejî bibe jixwe emê bimrin tmm de apo tu wisa difikirî te mirin daye ber çavê xwe ez feqîrê xwedê sucê min çiye tu min jî ji xwere bikujî, yahu ez ji stenbolê reviyam heya Wanê,  jixwe gelek tişta de kê buk be ez berbukim, kê çi dibêje ez dibêjim Tmm, na cerm min tune :)) lê min vêcarê him  bîlîmsel û him jî prensîb olarax bersiv da apogyan:) 
Di nav van buyeran de min lê nihêrî xortek ji durve kifş kir ber bi me hat min nasnekir, hat Slav da got ez melê gundê we me, Apo dîsa qala koronayê kir got seyda ez biraziyê xwere dibêjim (birazî jî ez im) ku av risqê meriv tmm bibe tu xwe bikî nava telîse pembû jî xwedê yê dîsa te bibîne seeta tmm buye wisa dewam kir, mela dest bi axaftinê kir got belê Hecî ev hemû xezaba xwedê ye, min jî di dilê xwe de  digot seyda ciwane yê tiştekî baş bêje ji bo tenduristiyê, yan jî emê çawa xwe ji vê corona ya mîrat biparêzin, şaş nebînin Seyda çeqas tiştê îlkel hene ew da pêşiya me :)) paşê jî got emê duşemê herin gundê genleva yê serxweşî yê, min got seyda herder yasaxe çawa dibe (yasax:qedeqe) got dibe emê herin me lê nihêrî gund derketiye nuçeyê Tirka û mixtar ji muxtariyê avêtine kê çuye serxweşî yê buye korona Hhhh
Xwedê Wekîl seyda ku bihîst wê derê her kes buye korona çu li mizgeftê de gazî kir got sosyal mesafa xwe qorîmîş bikin, li mala xwe dernekevin ku hun derketin ji hev dur bisekinin , bê maske û lepik dernekevin.
Werhasil ku mela biçuya wî gundî serxweşiyê xêr û gunehê xwe Qasê hev dikir ewka wî jî diçû kîsê wî!!

Werhasil dibêjin golikekî qun bi rêx navê garanekî xerab dike, ku wî Çînî yê qewat ew ewka ewk nekira wis nedibû,

De hadê xwe biparêzin bibînin di ewkê de.  

10 Temmuz 2019 Çarşamba

Çiyayê dirbê !!!!!

Slv
Dema li gund bum, her roj seet dehan de şiyar dibum, min berê xwe dida çiya dirbê buyerên li wî çiyayî qewimîne yek bi yek dihat bîra min.
Helbet gellek buyer li wî çiyayî qewimîbun, lê nav de yek buyer hebu , ya herî bandora giran li wir hîşt ew bu, dema meriv li wî çiyayî dimeşiya şiverê hene,di navbera şiverêya da çêre kesk dikir.
yek bi yek jî kelemê devreş hebun wusa berjêrê devê avê dibun,li devê wê avê de kevirên zerê yek lepe hebun.

Meriv qey digot , bi taybetî ew kevir devê wê ava zirav kom bune, meriv hinekî jî berjêr dibe bu çimenekî kesk di ser delava de bu li ber de jî qindirqe hebun, lê qindirqe pir bilind bibun ,li nav qindirqa da mirovek xuya nedikir, ku çalepîka runiştiya .
werhasil wê demê zarok bum ez devê wê avê bum, min lê nihêrî gundî hev kom bune ketin devê avê ber bi min tên, hatin xwe gîhandine min û Hecî Evdirehman min pirsî:
+Kuro te Cemo ya qîza silho nediye ?
_ na apo
+ Lê tu li vir çi dikî
_ez hatime pezê meyê qor digerim.
Û got ku te cemo li vandre dît here xeberê bide gund . Min got başe apo.
Ew çun min xwe berda devê avê hinek berjêr çum min du çivîkê reng belek dît ez peyê wan ketim û çûm li qindirqa asê bum.
Min lê nihêrî Cemo xwe nav qindirqa de veşartî ye min kir ku ez birevim bibêjim gund, cemo bi herdu desta ve ez qepece kirim, got tu bi şaşika resulê ekrem tu nebêjî kesî ku ez li vir im.
Min dia wê fehmnekir, lê min bigotina wê kir û xeber neda tu kesî, nav qindirqa de lawikek jî derket navî wî tajdîn bu.
Tajdîn dil dabu Cemo ew roj hatibu cemo birevîne ji ber hoke hoka şivanan tirsiyabun xwe avêtibun nav qindirqa de û wisa asê bibînin.
Dema min wan pirskir hun çima xwe vedişêrin gotin em reviyane, min jî got ez jî hero direvim qetxwe venaşêr im:)
Cemo keniya :)
werhesail navê wê newalê aniha buye newala cemo. waxt çu dem borîn ez îro li qarakoyê rastê tajdo hatim ,min çu milê xwe li milê wî de mingot tajdo tu gurpizî şaş bu nav çavê min nihêrî û got tu kî yî?

Min got çiyayê dirbê tê bîra te nava qindirqa de we ez dîtibum,
Keniya û got derdê evînê ez girtibum min Cemo revand, lê şeş bizinê bavê min hebun silhoyê bavê cemo ew jî me stendin, bavê min jî rih me stand .hhhh

Min got tu bi Cemo re aramî ?
Keniya pir keniya got xwezil te ew roj biçuya bangê gundiya bikira em bigirtana ev jî nehata serê min .
Min got çima?
Got law zimanê Cemo yek mêtro ye xwedê zane, ew buye mêrê min ez bume jina wê :)

6 Aralık 2018 Perşembe

Keçika bîm ê

Slav hevalên hêja nivîsê min dereng derdikevin, ew jî ango yê pîsîkolojî ya min çawa destur bide ez wusa dinivîsim, bila yê ne kamil bûyî vê nivîsê bixwînin, belkî feyde ke me bigîhije wan.
Bila paşê neçin quncika de arsiz bela guhdar nekin, paşê evqas zor didine xwe wek gamêşa borînî li wan diçe, bila vê zilmê ne xwe bikin ne jî me feqîra.
Mijara me îro evîne,
Evîn çiye ?
Bi min evîn zikê min ê têre,
Ku ez birçî bim veqetineke dijwar hîs dikim derûnî ya min xerab dibe,dinya ber çavê min reş dibe bi kurtasî evîna min zikê min ê têr e,
Eynî carekî dîsa birçî bûm min xwere negîhand û min Kurmamê xwere got, law ez birçî me here marketê mere tiştekî xwarinê bîhne.
Kurmamê min got ez naçim tu here yek min yek wî, me berhevda got em peşk bavêjin, me şil û ziha peşk avêt, me tûk kire kevir, min got şil an ziha, ewî got ziha.
Min kevir avête hewa kevir li hewa da zivirî ber lingê wî erdê ket peşk min qezençkir,
Min got de here marketê,
Market rêya deh deqqa dûrê mal bû, ew çû du seeta nehat, ez birçîna zikê xwe miz didim piştê du seeta hat, min got law tu çu yî reys hatin nehatinê, ev Waxtê te?
Got kurap vî îşî de îşê xêrê heye
Min got xêrbe çi bu.?
Got ez bûm evîndar,
Min got li ku te ku dît ?
Got ez derî de derketim min dêna xwe dayê keçikek wêda tê,  min jî xwere lê nihêrî,li min derbas bû,min jî wusa da peyê ew çû kete marketê ez jî ketimê, min Waxtekî dît keçik wunda bu ez lê geriyam,min Waxtekî dît keçik qasiyere,
got ez çum cerm min çîqolatek hilda min got ev çeqase gote min 500 qurişe.
Min got êdî çawa bû, got hema ev ez bume aşiq kurap.
Piştê van gotina min pir mereq kir, em çûne marketê.
Ez ketim hundirê marketê kurapê min nehat,law min got were, got ez kelacanî dibim Werhasil nehat,
Ez çum min çend tişt kirî lê min ser pêsîra wê navê wê qartê dît, û min jêre negot.
Kuramê min yek hefte ye dibêje ax keçika bîm ê halê wî eve.
Bu sibeh em em xew rabûn min dîna xwe dayê kurapê min ser milê xwe bu qelemê qelp çêkiriye navde jî nîvîsiye "keçika bîm ê" evqas bibû evîndar :)))
Paşê çend roj kete navberê got kurap ezê wê keçikê veqetim,
Min got kuro te hefteyek berê jî digot ax keçika bîmê,
Got ez evqas peyê wê ketim bila hinek ev peyê min bikeve!!
Ev dil bizinî ye ne evîne,
Tişta rast evîn zikê têre pêşiyê zikê xwe yê birçî têr bikin hûnê evîna  rast bibînin.
Evîna rast qoşxana maste !!!!!!


10 Ekim 2018 Çarşamba

îdol

Slv
Carekî li cara ,rihmet dêv û bavê guhdara,
Kê guhê xwe da me rehma xwedê miriyê wî be.
Kê jî guh neda me, bila xwedê bela xwe bidê de ,bêjin amîn!!
Ez bê kirasekî feqîrim bi çi zehmetiyê dinisivîsim li vir yek, ez dizanim, yek dîsa ez dizanim, heznakim xwedê bikim nav  karê xwe û karê xwe û nahêlim hêviya xwede ve jî.
Evqas ku medya civakî ez bi xwe ve girêdame nikarim tiştekî bikim.
Xebatê de kêm dimînim 10 deqqa çarek telefon dest min nakeve.
Werhasil got yekî dîn hebu.
Temenê wî 45 û 50 hebû ,her roj xwe rût tazî dikir dikete nava gund direvî ya.
Rojek dîsa xwe rût tazî kiriye ûryan  direve,  keçikek taze çavê wê vebuye û taze tişta fehmdike lê dipirse
Keçik: xalo ev çi reve ev çi rove
Xalo lê dizivire dibêje terikê xalo li tebe halê xalo her roj eve.
Yanî halê min her roj eve ku vê medya ya civakî ez hebsê hundirê xwe kirime .
Lê ku her roj her seetê min li vir derbas dibe ,carina dibime şahidê gellek tiştan:))
Min carekî yek dît hesabê xwe wusa bi kar dianî xwe wusa bilind dikir, ez jî difikirim min digot helbet wusaye.
Analîzê ewî dikir an jî tiştên ew difikirî û mîrov rexne kirin uuu tiştek lê xelas nedibû ez bawerim ewê jî wek min xwe medya yê ve zêde girêdaye.

Lê ez nizanim analîza bikim mixabin, zêde bilind nafikirim  ji bo kapasîta min ewe.
Mînnak : yekî min pirsî got ka hişê xwe de hejmarek bigre , ez fikirîm min dilê xwe de got ez bêjim 15 felan bila şaş bibe, min hişê xwe de 15  girt.
Got te çi girt, min got panzdeh
Bin lêva de keniya got feqîr
Min got çima feqîr
Got çima 15 milyar yan jî 15 milyon nabêjî çima dibêjî tenê 15.
Got tu feqîrî tiştên mezin nafikirî.
Dîsa jî mafdar bu carekî de hînê tiştê piçûk bume mezin nafikirim.
Min biryar da, min got ezê vêcarê mezin bifikirim.
Ez zehf fikirîm min tiştekî nû nedît hema eynê tişt hatine hişê min.
Lê ser medya civakî gellek îdolê min hene,  êdî ezê taqlîdê wan bikim .
Mesela ezê pêşiyê dest xeberdana vira bikim
Kumê elî bidime serê welî.
Kumê cemîl bidime serê celîl wî avayî ezê bi rê bibim.

Mînnak hûn yekî re deyndarin perê we tune ye rojekî diyar bikin, ku ew roj hat perê we dîsa tunebû rojeke din diyar bikîn.:))
Heta ku perê we hat biherin deynê wî bidinê.
Ma deyndara deyndar xeniqandine.

Min xwere kiriye Prensîb vir nebin jiyan naherike.
Ev tişt jî hemû riyê van îdolê min ê ser medyaya civakî de ne, wan ez hînm kirim.

Sloganên min e fermî evin êdî.
Bê vir jiyan nabe
Virên wek kavir
Vir bike xêr bike

Ev jiyan encax wusa bi rê here:))
Slav û rêz


23 Temmuz 2018 Pazartesi

feqî û sînem

Îro mijara me evîn e belê mijare ke girînge .
Belkî hûn bêjin tû evînî çi eleqe, raste di vê mijarê de, ez jî ji xwe ne bawer im, ne prensîba min e ku bikevim bin barê giran.
jixwe her dem li evinê reviya me.
Çimkî ferasetê min eve,nikare evîn ê hilde. Carina difikirim wek mem ku ser zîn ê bibuma evîndar xwedê wekîl: ezê her quncî û her kolanî runiştam û bigirî ya ma.
Kî/ê halê min bidîta, yê bigota tu evqas dizêrî û dikalî ka were em derdê te re dermanekî bibînin.
Îja bela min daynin li alîkî xelqê di rî yê min de yê biketa'na  bela yê.
Nefsa min  tenike tiştekî nikarim dilê xwe de bigrim.
Lê hez kirinê berê ji bîr tînim, xweziya ez jî xwedî yê evîn e ke evqas paqij û ji dilde buma.
Belê ev tişt ne karê her kesî ye ,karê min qet nîne em bizivirin ser mijara xwe .

Ezê ji were behsa feqiyê teyran û evîndara wî sînem ê bikim.
Lê ango yê herema çawa ji mere hatî ye gotin û çawa yî hatiye şîrove kirin ezê bi wî avayî binivîsim.
Lê her heremî bi qayde kî hatiye gotin.
Min çeqas bihistibe, an jî çeqas ser lêkolîn kiribe bi qasê xebatê xwe  ezê  ji were bibêjim.
Min bi devê yekî serhedî bi vê qaydî bîhîst : feqiyê teyran evîndarê keça mîrê heşetê buye diçe keça mîr ji xwere dixwaze, lê mîr du merca (şert)dide ber feqî, dibê feqî ger tu van merca ku cîh bîhnî ezê keça xwe bidim te.
Mercê mîr du heb bune
Ya yekemîn dibê tê rûbarê heşetê îşq bikî
Ya duyemîn jî dibê tê xemla keça min heta xirxepoşê û heta şimikreşê jêre amade bikî.
Lê tê vî xemlî têxî nava qotikekî ev qotik jî qasê lepek mirovan be.
 feqî diçe şertê mîr bi cîh tîne waxta ku dizivire heşetê dinhêre keça mîr çuye ser dilovanî ya xwe.
Wî demê qedehek şerbet digire û ser tirmê keça mîr dest bi xwendina beytê dike û dibêje hawar sînem.

Hewar Sînem
Ez çiqas dinya hebû geriyabûm
Kesî negot Sînem nexweş e
Ez ê çûme hicra feqiyan dinivîsîn kêl û ferş e
Ez ê tembeh li mişk û maran bikem,
Bila xunavê tenikî carî biken, li ser ebleqê reş e.

Lê gotinek jî vî avayî tê gotin feqî tenê carekî çavê sînem ê dibîne ú ser dibe aşiq.
 Ew şertê ku bavê sînem ê dide pêşiya feqî ku feqî here bîhne cîh, û rê ya xwe şaş dike diçe cizîra botan.
Lê ku dizivire diçe miksê, xeber didinê feqî û dibêjin sînem nexweşe.
Feqî diçe dêna xwe didê sînem çuye ser dilovanî ya xwe .

Ji ber êş û xemê xwe dest bi beyta dike .
Û vî avayî dibêje

Hewar Sînem
Min Sînem dîbû şeva erefatê
Te gulî şûştine ji ava heyatê
Dê biçim Sînem bibînim
Sînem nexweş e ber wefatê
Sînem hîva nûrîn e
şewqê daye umetê
Gerden şûşa hişîn e,
Nuqte nuqte xal ketê
Kesê Sînem bibînit,
Bêşik diçe cenetê
Min Sînem dîbû li eywana mîr ve
Te çavek roj e yek jî hîv e
Te ez kuştim
Xûna min maye bi zendê spî ve.

Lê belê mîrov ango yê vê demê çîroka feqî dixwîne ne mumkine li meriv bandor nekiri be.
Evqas ji dilda ser evîna  xwe nivîsî ye, ji mere buye wek îşq'e kî .
Mîrov li ser evîna feqî dibe evîndar.
Slav û rêz...




12 Temmuz 2018 Perşembe

Melê minafiq



Mele her sibê zu dîçe mizgeftê , ku banga sibê bike lê dinhêre yek pêşiya wî hatî ye mizgeftê lo quncekî de runiştî ye.
Lê du jinê wî gundî yî hebun.
Mele di dilê xwe de difikire dibê ev mêrê du jina ne,çi qedr qîmet a mêrê xwe digrin û sibê zu her tiştê wî amade dikin dişeynin mizgeftê.
Ji dilê xwe de dibêje çi jinê bi xêr in .
Lê nizane gundî yê feqîr derdê jinê xwe vê seetê xwe davêje mizgeftê bila dengê jina neyê guhê wî.
Rojekî dîsa gundî şeveqê de li mizgeftê de ye xwere quncekî pala xwe daye dîwar benda mele ye
Mele dikeve hundir lê dipirse dibê barikem meriv mêrê du jina be pir tiştekî başe.
Gundî di dilê xwe de difikire dibê Erê seyda pir başe pir qedr qîmet a meriv digrin.
Mele dibê min nîyete ezê jî xwere Jineke din bîhnim gundî dibê bîhne.
Û çendek dikeve navberê de mele jine ke din tîne.
Rojekî gundî dîsa şev de dîçe mizgeftê dêna xwe didê mele pêşîya wî hatiye mizgeftê.
Mele dibêje hey xwedê mala te xerab bike ma tu agir da buyî te çima ez kirime nav agir da.
Gundî dibêje seyda min dengê defê dur ve xweşe ku meriv dîçe nêzîk hej jî quna meriv dikeve.