23 Temmuz 2018 Pazartesi

feqî û sînem

Îro mijara me evîn e belê mijare ke girînge .
Belkî hûn bêjin tû evînî çi eleqe, raste di vê mijarê de, ez jî ji xwe ne bawer im, ne prensîba min e ku bikevim bin barê giran.
jixwe her dem li evinê reviya me.
Çimkî ferasetê min eve,nikare evîn ê hilde. Carina difikirim wek mem ku ser zîn ê bibuma evîndar xwedê wekîl: ezê her quncî û her kolanî runiştam û bigirî ya ma.
Kî/ê halê min bidîta, yê bigota tu evqas dizêrî û dikalî ka were em derdê te re dermanekî bibînin.
Îja bela min daynin li alîkî xelqê di rî yê min de yê biketa'na  bela yê.
Nefsa min  tenike tiştekî nikarim dilê xwe de bigrim.
Lê hez kirinê berê ji bîr tînim, xweziya ez jî xwedî yê evîn e ke evqas paqij û ji dilde buma.
Belê ev tişt ne karê her kesî ye ,karê min qet nîne em bizivirin ser mijara xwe .

Ezê ji were behsa feqiyê teyran û evîndara wî sînem ê bikim.
Lê ango yê herema çawa ji mere hatî ye gotin û çawa yî hatiye şîrove kirin ezê bi wî avayî binivîsim.
Lê her heremî bi qayde kî hatiye gotin.
Min çeqas bihistibe, an jî çeqas ser lêkolîn kiribe bi qasê xebatê xwe  ezê  ji were bibêjim.
Min bi devê yekî serhedî bi vê qaydî bîhîst : feqiyê teyran evîndarê keça mîrê heşetê buye diçe keça mîr ji xwere dixwaze, lê mîr du merca (şert)dide ber feqî, dibê feqî ger tu van merca ku cîh bîhnî ezê keça xwe bidim te.
Mercê mîr du heb bune
Ya yekemîn dibê tê rûbarê heşetê îşq bikî
Ya duyemîn jî dibê tê xemla keça min heta xirxepoşê û heta şimikreşê jêre amade bikî.
Lê tê vî xemlî têxî nava qotikekî ev qotik jî qasê lepek mirovan be.
 feqî diçe şertê mîr bi cîh tîne waxta ku dizivire heşetê dinhêre keça mîr çuye ser dilovanî ya xwe.
Wî demê qedehek şerbet digire û ser tirmê keça mîr dest bi xwendina beytê dike û dibêje hawar sînem.

Hewar Sînem
Ez çiqas dinya hebû geriyabûm
Kesî negot Sînem nexweş e
Ez ê çûme hicra feqiyan dinivîsîn kêl û ferş e
Ez ê tembeh li mişk û maran bikem,
Bila xunavê tenikî carî biken, li ser ebleqê reş e.

Lê gotinek jî vî avayî tê gotin feqî tenê carekî çavê sînem ê dibîne ú ser dibe aşiq.
 Ew şertê ku bavê sînem ê dide pêşiya feqî ku feqî here bîhne cîh, û rê ya xwe şaş dike diçe cizîra botan.
Lê ku dizivire diçe miksê, xeber didinê feqî û dibêjin sînem nexweşe.
Feqî diçe dêna xwe didê sînem çuye ser dilovanî ya xwe .

Ji ber êş û xemê xwe dest bi beyta dike .
Û vî avayî dibêje

Hewar Sînem
Min Sînem dîbû şeva erefatê
Te gulî şûştine ji ava heyatê
Dê biçim Sînem bibînim
Sînem nexweş e ber wefatê
Sînem hîva nûrîn e
şewqê daye umetê
Gerden şûşa hişîn e,
Nuqte nuqte xal ketê
Kesê Sînem bibînit,
Bêşik diçe cenetê
Min Sînem dîbû li eywana mîr ve
Te çavek roj e yek jî hîv e
Te ez kuştim
Xûna min maye bi zendê spî ve.

Lê belê mîrov ango yê vê demê çîroka feqî dixwîne ne mumkine li meriv bandor nekiri be.
Evqas ji dilda ser evîna  xwe nivîsî ye, ji mere buye wek îşq'e kî .
Mîrov li ser evîna feqî dibe evîndar.
Slav û rêz...




7 yorum:

  1. destê te saxbin pismam te xwe xilas vê carê

    YanıtlaSil
  2. destê te saxbin pismam te xwe xilas vê carê

    YanıtlaSil
  3. Dest û ked xweş, ez benda çîrokên te me jî pismam.

    YanıtlaSil
  4. Ez wekîl tu li ser çîrokên ji te re hatin gotin bihizirê wê xweş û geş bibê😉

    YanıtlaSil
  5. Destê te saxbe.. Ev çîrokên ha gelekî girîngin ji boy dîroka me seeta tê xweş.. Gelekî xweşe silver û rêz (resule bafeyi)

    YanıtlaSil
  6. Keda te saxbe.. ji xwe êdî ne ew evîn hene ne jî wan beytikên bi hêz û wate.lê em dûr nekevin û nerevin baştir e, ji dil hezkirin bi rastî jî xweş e..spass.
    Cîgeram

    YanıtlaSil